Hejmara niştecihên Iraqê 43 mîlyon derbas kir

Berdevkê Wezareta Pilandanîna Iraqê Ebdulzehre Hindawî ragihand ku heya dawiya sala 2023’yan, hejmara şêniyên Iraqê gihiştiye 43 milyon û 324 hezar kesan.
Li gorî vê, her sal milyonek zêdetir mirov li ser nifûsa Iraqê zêde dibe.

Berdevkê Wezareta Pilandanîna Iraqê Ebdulzehre Hindawî hejmara niştecihên Iraqê ya sala 2023’yan ji medya Iraqê re eşkere kir.

Ebdulzehre anî ziman hejmara niştecihên Iraqê heya dawiya sala 2023’yan bûye 43 milyon û 324 hezar kesan.

Herwiha da zanîn ku rêjeya niştecihên bajaran jî gihiştiye sedî 69.9, ya gundan jî bûye sedî 30.1.

Ebdulzehre ragihand ku ji sedî 41’ê niştecihên Iraqê dibin temenê 15 saliyê dene.

Herwiha rêjeya niştecihan ya di temenê 15-64 salî ji sedî 67’e, rêjeya niştecihan ya di temenê 65 û zêdetir jî ji sedî 3 pêktê.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Wezareta Plandanînê ya Iraqê, hejmara niştecihên Iraqê di sala 2022’yan de, 42 milyon û 248 hezar û 882 kes bûn.

Herwiha li gorî amarên Wezareta Pilandanîna Iraqê, hejmara şêniyên Iraqê di sala 2021’an de 41 milyon û 190 hezar kes bûn.

Back to top button