Li Reqayê di forumeke diyalogê de rola komîn û meclîsan tê gotûbêj kirin

Li bajarê Reqayê di bin diruşmeya “Komîn Garantiya Neteweya Demokratîk e” çalakiyên foruma diyalogê ku ji aliyê Meclîsên Gel ên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê ve hat rêxistinkirin hat destpêkirin.

Di forumê de behsa komînê û birêkûpêkkirina wê û zêdekirina rola wê di civakê de, serokatiya hevbeş, aborîya komînal û bi taybetî kooperatîf û civaka exlaqî û akademîk hat kirin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Hisên Osman bal kişandin ser rol û girîngiya komînan di rixistinkirina civakê de û gotin:

“Komîn hîmên bingehîn ên avakirina sîstema Rêveberiya Xweser e.

Her wiha Hevpeymana Civakî ya nû balê dikişîne ser rola komîn û meclîsan di avakirina pêşeroja herêmê û beşdarbûna di biryargirtinê de.”

Her wiha hate ragihandin ku wê di dawiya forumê de, şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Fîdan û Leyla ên ku li paytexta Fransa Parîsê de bi destê dewleta tirk a dagirker hatin şehîd kirin bên bibîranîn.

Back to top button