Artêşa Tirk Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran kir

Dewleta Tirk a sondxwariye kurdan qir bike, êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike.

Artêşa Tirk cardîn Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran kir.

Dewleta qirker doh êvarî gundê Mielek ê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de maleke sivîlan şewitî.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Minbicê geriyan

Piştî wê bi saetan, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku balafireke keşfê ya artêşa Tirk li ser xeta eniya Sacûrê, gundê Ewn û gundên derdorê yên bakurê Minbicê digeriya.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Kobanê geriyan

Heman demê balafireke keşfêyî din ya dewleta Tirk li asîmanê Kobanê û gundewarên wê jî digeriya.

Back to top button