Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê hewl dide derbasî Şengalê bibe

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku PDK’ê bi hêzên çekdarî dixwaze bikeve Şengalê û diyar kir ku ew ê rê nedin wan.

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê hewldanên çekdarî ên PDK’ê yên li hemberî Şengalê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê da zanîn ku hin agahî li ser derbasbûna PDK’ê bo Şebgalê ketine destê wan.

Rêveberiyê vê hewldanê weke provokasyoneke binav kir, anî ziman ew ê li hember van hewldanan bêdeng nemînin û got:

”Dagirkirina Şengalê bi tu awayî nayê qebûlkirin em ê mafê xwe yê parastina rewa heya dawiyê bikar bînin”.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiyê de bang li Iraqê kir ku li hember van hewldanan bi berpirsyariya xwe rabe.

Back to top button