Hadî Amirî: Em banga derketina hemû hêzên biyanî ji xaka Iraqê dikin

Serokê Hevpeymana Fetih bi boneya salvegera 102. a damezrandina Artêşa Iraqê peyamek belavkir û banga derketina hêzên biyanî ku di nav xaka Iraqê dene, kir.

Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî avakirina Artêşa Iraqê pîroz kir û ji bo parastina Iraqê, ewlekarî, serwerî û rumetê, hêvî ji Artêşa Iraqê kirin.

Amirî ev tişt gotin:

“Serkeftina hêzên Iraqê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, nîşana şarezabûna hêzên Iraqê ye.

Hêzên Iraqê bê ku pêwîstî bi hebûna hêzên derve hebe, karîn erka xwe bicih bînin.

Hadî Amirî dawiyê banga derketinê li hemû hêzên leşkerî yên biyanî ên li ser xaka Iraqê kir.

Back to top button