Kongra Star ya Şamê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya Mala Jin a taxa Zorava a Şamê, ji aliyê endama rêveber a Kongra Star, Mizgîn Yûsif ve hat xwendin.
Kongra Star a Şamê li dijî êrişan bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kir û got:
Em wek jinên Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî bepirsên êrişên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin.
Ev sê jinên şoreşger bi awayeke qehremanî li dijî terorê şerkir û mirovahî parast.
Divê hêzên navdewletî li dijî êriş û dagirkeriya Tirkî xwedî helwestbin.
Kongra Star di dawî de bang li hemû jinan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî li şoreş, hêza xwe ya leşkerî û destkeftiyên xwe, derkevin.