Minbicê…duh termên 29 kesên ku DAIŞ’ê ew kuştibûn hatin derxistin

Berî du rojan li Minbicê goreke komî hatibû dîtin.
Cihê vê gora komî jî berî niha yek ji mezintirîn girtîgehên DAIŞ’ê bû.
Duh 29 cenaze ji gora komî hatin derxistin.

27’ê Tîrmehê karmendên Şaredariya Gel a Minbicê dema ku xetên kanalîzasyonê dikolandin goreke komî dîtin.

Şaredariya Minbicê agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Tendiristiyê ya Minbicê.

Li ser vê yekê ekîbên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Tendirustiyê dest bi derxistina terman kir.

Di encama xebata 2 rojan de, di vê gora komî de 29 term hatin derxistin.

Cihê ku tê de term hatine dîtin yek ji mezintirîn girtîgehên DAIŞ’ê bû.

Tê texmînkirin, termên hatine derxistin ên kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin.

Doh derxistina cenazeyan ji vê gora komî ya li Minbicê bi dawî bû.

Demên pêş, li ser komkirina agahî û belgeyan ji bo naskirina nasnameyên cenazeyan, wê daxuyaniyek ji raya giştî re were dayîn.

Back to top button