Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û Baxozê li dijî êrişan daketin qadan

Bi rojane gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ya dagirker li qadan e.
Îro jî bi sedan şêniyên Bajarê Hesekê bi meşekê gef û êrişên dewleta Tirk a adagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û xwestin ku qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê werin girtin.
Li Navçeya Baxozê ya Dêrazorê jî şêniyan çalakî li dar xistin û bang li civaka navnetewî hate kirin ku êrişên li ser herêmê rawestînin.

HESEKÊ

Li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, li herêmêm bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî û nerazîbûn didomin…

Bi sedan şêniyên Bajarê Hesekê bi çalakiyekê gef û êrişên dewleta Tirk a adagirker ên li ser herêmê şermezar kirin…

Meşa ku ji bexçeyê Serokatî dest pê kir û li Çarxeraeya Cûdî ya taxa Kelasê veguherî mêtîngê..

Piştî deqeyekê rêzgirtin, li ser navê PYD Hisên Berî axivî û diyar kir ku dewleta Trk a dagirker bi van êriş û gefan dixwaze ewlehiyê têk bibe, şêniyan bitirsîne û bide koçberkirin.

Li ser navê Kongreya Star jî axaftin hat kirin û hat gotin:

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze fitne û tirsê di nav şêniyan de belav bike û fikirê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe.

Her wiha bang li hêzên navdewletî jî hat kirin ku rê li firîna balafiran li ser herêmê were girtin..

BAXOZ

Şêniyên bajarokê Baxozê jî li dijî êrişan daketin qadan..

Bi dehan endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî xwepêşandanê bûn.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman di xwepêşandanê de axivî, balkişand ser hêza ku DAIŞ li Baxozê têk bir û dikare axa Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bike…

Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku erka xwe li hember gelê herêmê bi cih bîne û wan ji hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêze.

Li ser navê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê jî daxuyanî ji aliyê Salih Xelîf El-Melalî ve hat dayîn..

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tevî peymanên navneteweyî yên bi dewleta Tirk re, dîsa jî tevahî peymanan binpê dike û êrişî bakurê Sûriyê dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan hat kirin hat gotin ku bi taybet ciwanên şoreşger wê li hember êrişan bisekinin.

Back to top button