HPG: Gerîlla Têkoşer Zagros di êrişa çekên kîmyewî de şehîd bû

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve li Herêmên Parstinê yên Medyayê, hewl dide bi gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bigêhje armancên xwe.
Herî dawî de eşkere bû ku gerîllayê HPG’ê Erhan Şahîn li herêma Avaşînê bi çekên kîmyewî şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyanuyek da û ev agahî parve kirin:

Li herêma Avaşînê, 26’ê Cotmehê dagirkerên li derdora Dola Nodî û Sirta Mêzê bicih bibûn, bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de herî kêm dagirkerek hat kuştin, gelek jî birîndar bûn.

29’ê Cotmehê gerîlla bi çekên giran li dagirkerên derdora Kela Bêdewê ya herêma Zapê dan.

Artêşa TC a dagirker ku li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê nikare bi pêş ve biçe, ketiye nava xitimandinek mezin.

10’ê Cotmehê bi çekên kîmyewî û gazên jehrî bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barand.

Di encama vê êrîşa hovane de gerîlla Erhan Şahîn binasnav Têkoşer Zagros şehîd bû.

Back to top button