Jinên Reqayê: Em ê bi rêxistinbûna xwe bersiva êrişan bidin

Hêrsa rêxistinên jinan li herêmê li dijî armancgirtina Fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Roj Xabûr û Barîn Botan zêde dibe.
Jinên Ereb ên Reqayê jî helwest nîşan dan û teqez kirin ew ê li ser şopa jiyana wan şehîdan xwe rêxistin bikin û tola wê hilînin.

Jinên Ereb ên herêma Reqayê li dijî armancgirtina Fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Roj Xabûr û Barîn Botan nerazîbûn nîşan dan.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Feyrûz Xelîl, êriş şermezar kir û piştrast kir ew ê tola şehîdên xwe rakin.

Feyrûz Xelîl bang li koalisyona navdewletî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin da ku sûcên dewleta Tirk werin rawestandin.

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îman Mihemed jî da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji şehîdxistina fermandarên jin ew e nasnameya leşkerî û sivîl a jinê tune bike.

Îman Mihemed piştrast kir ew ê bersiveke hişk bidin êrişên dagirkeran û tola van şehîdan rakin.

Her wiha, endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zanûbya Nisrîn El-Hesen jî li dijî heman êrişê nerazîbûn nîşan da.

Nisrîn El-Hesen anî ziman ji ber YPJ’ê ji bo azadiya jinan û gelên herêmê têdikoşe, dibe armanca dagirkeran û şehîdxistina Jiyan, Roj û Barînê nîşana wê yekê ye.

Nesrîn El-Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze îradeya jinên herêmê bişkîne û got:

“Em ê bi rêxistinbûna xwe ji êrişên dagirkeran re bibin bersiv.”

Dawiyê Nisrîn El-Hesen piştrast kir heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê li ber xwe bidin.

Back to top button