Di rûniştina Konseya Ewlekariya Navdewletî de Nûnerê rejîma Sûrî Beşar El-Caferî diyar kir ku rêjîma Sûrî bi ti awayî kiryarên dewleta Tirk yên dijminahî li ser xaka Sûriyê di bin çi navî de qebûl nake.
Beşar El-Caferî anî ziman ku hincetên rêjîma Tirkiyê ku ji xwe re danîne ji bo êrîşan li ser xaka Sûriyê bike dirûtiya wê derdixe holê.
El-Caferî destnîşan kir ku bi êrîşa Tirkiyê li ser herêmê bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûne, tevî koçberkirina bi sedhezaran kesî.
Beşar El-Caferî teqez kir ku heya rewşa mirovahiyê baş bibe divê serwerî û yekîtiya Sûriyê were parastin.
Ji aliyê xwe ve alîkarê Sekretêrê giştî yê NY ji bo Karûbarên Mirovî Orsola Moler jî di rûniştinê de axivî û tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk bandorekî neyînî li rewşa mirovî li herêmê kir.
Her wiha şêwimendê taybet yê Emrîkayê di Netewên Yekbûyî de Mayîkil Barkîn axivî û fikarên xwe derbarê raporên ku dibêjin artêşa Tirk û çeteyên pê re sûcên şer kirine, anî ziman û teqeziya pêkanîna lêpirsînê nîşan da.