NY: ji bo pêşî li aloziya mirovî were girtin, divê şer raweste

Alîkara Seroka Giştî ya Mijarên Mirovî a Neteweyên Yekbûyî Ursula Muller di Konseya Ewlehiyê-KENY de diyar kir ku ji ber êrîşên dewlata tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî herêm ber bi karesetê ve diçe, her roj koçberî zêde dibe.

Muller diyarkir ku dewleta Tirk bi êrîşên yên dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî xalên Neteweyên Yekbûyî yên hiqûqa mirovî ya navnetewî binpê dike û xwest ji bo ev êrîş were sekinandin bikevin nav tevgerê.

Her weha da zanîn ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta tirk di nav 2 hefteyan de li ser xeta sînora 80 hezar jê zarok 180 hezar kes ji cih û warê xwe koç kirine û ji ber rewşa wan bi fikar in.

Muller anî ziman ku ji 3 milyon nifûsa li Bakur Rojhilatê Sûriyê 1,8 milyon nifûs hewceyî alîkariya mirovî ye, ji ber vê yekê pêwîstî bi fonek bi qasî 10 milyon dolarî heye.

Her weha bal kişand ser rewşa Kampa Holê jî û got:

Li Kampa Holê ji 68 hezar kesên ku lê dimînin ji sedî 94 jê jin û zarok in. Em bang li hemû welatan dikin ku erkên xwe bi cîh bînin û welatiyên xwe yên li kampê werbigirin.

Leave a Reply

Back to top button