Şêniyên Kobanê: Heta Rêberê me di bin tecrîdê de be em bê deng namînin

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ew deyndarên Rêber Apo ne û bi dayîna îmzeyên xwe û çalakiyan dê li dijî tecrîdê têbikoşin û gotin: “Heta rêberê me di tecrîdeke mutleq de be em bê deng namînin.”

Emîne Yasîn a bi dilxwazî di komîteyên komkirina îmzeyan de cih girtiye, got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew amade ye her tiştî bike.

Fatme Îsa jî anî ziman ku heya Rêberê Apo di tecrîdeke mutleq de be, ew bê deng namînin.

Hecî Gulagasî jî diyar kir ku bi meşandina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û belavkirina fkrê wî, em beşeke biçûk a deynê Rêberê xwe vedigerînin, wî emrê xwe kir oxira azadiya civakan.

Cîhan Bozan jî anî ziman ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd, dê gelek pirsgirêk çareser bibin û got:

“Em bang li civakan dikin ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên li dijî Rêber Apo tên kirin bînin cih.”

Bertekên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo

Back to top button