Li Hesekê û Reqayên xebatên xizmetguzariyê ya şaredariyan

Şaredaryên gel ên Hesekê û Reqayê li gor plansaziya ku danîbû ber xwe kar gelek xebatên xizmetguzariyê pêk anîn.

Di plansaziya Şaredariya Gel a Hesekê de, 32 projeyên ziftkirin û sererastkirina rêyan û avakirina torên kanalîzasyonê hene.

Şardariya Gel a bajêr, ji bo sererastkirina torên kanalîzasyonê li taxên Salihiye û Mişêrfê dixebite.

Her wekî riyên bajarokên Sifiya û Til Bênder bi kevirê şikandî û bermahiyan sererast dikin.

Li Reqayê jî, şaredariyê gelek projeyên xizmeguzariyê pêk anîn.

Niha Şaredarî kolanên taxên li derdora bajêr mîna taxa El Teyar û El Mişleb bi bermahiyan sererast dike.

Serokê Daîreya Teknîkî ya Reqayê endazyar Xelîl El Abo derbarê vê yekî axivî û got:

Şaredarî, bi rêya nivîsgeha plankirin û lêkolînan amadekariya gelek projeyan dike.

Nivîsgeha Lêkolînan plansaziyeke kar ji bo daîreyên Şaredariya Gel danî.

Da ku kêmasiyên dibe li pêşiya wan derkevin, derbas bikin û xebatên xwe temam bikin.

Back to top button