
Di 20`ê Îlonê de 20 sal di ser damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re derbas dibe.
Perwerdekirina jinan li gorî rêgeza azadiya jinan yek ji xebatên herî girîn ên Meclisa Jinan a PYD`yê ye.
Bi boneya salvegera damezirandina PYD’ê Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo axivî.
Zehra Semo destnîşan kir ku Meclisa Jinan di 2018`an de hatiye damezirandin û got:
“PYD`ê, ji partiyên pêşîn bû ku di kongreya xwe ya 5`an de, pergala hevserokatiyê xiste meriyetê.
Her wiha li Rojava û Sûriyeyê, partiya yekemîn ku ramana Rêber Apo ji xwe re kiriye bingeh.”
Pêşenga avakirina Meclisa Jinan bû û roleke sereke di xurtkirina jinan de di aliyê siyasî de lîstiye.
Di dawiyê de Zehra da zanîn ku em weke jinên sûriyeyî divê armanc, nîqaş û nêrînên me yek bin.