Asayîş: Kesên ku di operasyonê de hatibûn girtin hatin berdan

Di dema Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de ku gelek kes destê wan di hin xirabiayn de hebûn hatin girtin.
Hêzên Asayîşê ji ber efûya giştî, ew kesên ku di Operasyonê de binçav kiribûn, berdan.

Navendê derbarê vê yek de daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:

Piştî bidawîbûna lêpirsînê û ji ber efûya giştî ya ku berê hatibû derxistin.

Her wiha li ser daxwaza xelkê herêmê ev kes hatin berdan û radestî malbatên wan hatin kirin.”

27′ê Tebaxa îsalê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê.

Operasyoneke bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin.

Di encama operasyonê de hejmarek kesên ku destên wan di xirabkirina milkên giştî.

Saziyên xizmetguzarî û belavkirina tevliheviyê de hebûn hatin binçavkirin.

Back to top button