QSD: Operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ bi dawî bû

Operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ya ku QSD’ê di 27’ê Tebaxê de dabû destpêkirin îro hate bidawîkirin.
QSD’ê ragihand ku di operesyonê 29 çete hatin kuştin, gelek çete hatin girtin û dest danîn ser gelek çek û çebilxaneyên çeteyan.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ bi encamên baş îro bi dawî bû.

QSD’ê diyar kir ku di her du rojên destpêkê yên operesyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê girtin û zêdetirî 90 gundên rojava û bakurî Dêrazorê paqij kirin.

QSD: Di operasyonê de 29 çete hatin kuştin

QSD’ê da xuyakirin ku di operesyonê de 29 çete hatin kuştin.

Her wiha 4 endamên Dîfaa El Watenî yên girêdayî rêjîma Sûriyê, 2 çeteyên DAIŞ’ê û 15 çekdar hatin girtin.

QSD: 9 Sivîl û 25 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê dawiyê bi xemgînî ragihand ku her wiha di operesyonê de 9 sivîl û 25 şervanên wan şehîd bûne û wiha got:

“Em soz didin gelê xwe ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û hemû êriş û planên li dijî herêmên xwe têk bibin.

Back to top button