Xwepêşandana herî mezin li Suweyda hate lidarxistin

Îro jî bi hezaran şêniyên Siwêdayê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.
Di xwepêşandanan de careke din daxwaza guhertinê hate kirin.

Bi hezaran şêniyên Cebel El Ereb li qada El-Kerame ya Siwêdayê kom bûn û banga hilweşîna rejimê ,pêkanîna biryara 2254’an û geşkirina têgeha nenavendîbûnê kirin.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve xwepêşandana herî mezin hate lidarxistin.

Xwepêşandêran diruşmên “Ji hilweşîna rejîmê re veger nîne.

Na ji mezhebperestiyê re li Sûriyê.

Fedakariyên jina sûriyê şoreşa li hember desthilatê ye” berz kirin.

Hat ragihandin li Humisê jî dewriyeyên ewlehiyê yên girêdayî şaxên îstîxbarata hikumeta Şamê ji saetên sibehê li nava taxên bajêr û kolanên wan belav bûne.

Xwepêşandanên Siwêdayê di hefteya 3. de didome

Back to top button