Hesekê-Ji bo naskirina komkujiyên Ermen çalakiyeke protestoyî

Pêkhateya ermen û suryan yên li Hesekê qurbaniyên komkujiyên dewleta osmanî yên li dijî wan pêk anîne bi bîr anîn.

Dewleta osmanî salên di navbera 1915-1917’an komkujî pêk anîn û di encamê de bi hezaran zarok, jin hatin kuştin û bi hezaran kesên din ber bi dewleta cîran ve koçber bûn.

Pêkhateya ermen li pêşiya peykera li taxa Nasra ya Hesekê kom bûn û qurbaniyên komkujiyên ermen bi bîr anîn.

Beşdaran bang li civata navneteweyî kirin ku bi awayekî fermî komkujiyê nas bike”.

Li pêşiya peykerê, beşdaran mûm pêxist.

Dawiyê lîsteyeke îmze kir ku banga naskirina navneteweyî ya komkjiyên li dijî ermen, suryan û asûran dike.

Back to top button