Li Başûrê Sûdanê, di navbera hêzên hikumetê û çekdaran de şerekî giran derket û herî kêm 81 kes hatin kuştin.
Berdevkê artêşa Başûrê Sûdanê ji ajansa Ruetersê re axivî û diyar kir ku:
Destpêka vê hefteyê, dema hêzên ewlekariyê dest bi operasyona kişandina çekan ji komên ne fermî kir, jimareke çekdaran li devera Tong El-Kubra, li dijî hêzên ewlekariyê dest bi şer kir.
Koang destnîşan kir jî ku şer 2 rojan dewam kir û di nava kuştiyan de, 55 ji hêzên ewlekariyê û 26 sivîl hene, her wiha 31 ji hêzên ewlekariyê birîndar bûne.
Li gorî Berdevkê artêşê, niha rewşa herêmê aram e û hêzên ewlekariyê careke din herêm kontrol kiriye.