Qibris û Yûnanistan arandina Tirkiyê şermezar kir

Qibiris û Yûnanistan arandina dewleta Tirk li Rojhilatê Deryaya Spî şermezar kir û banga civîneke awarte li YE hate kirin. 

Wezareta derve yê Qibrisê duh teqez kir ku kirinên Tirkiyê li ava herêmê, binpêkirineke tirsnake ya mafên Qibirs û Yûnanistanê ye.

Wezaretê anî ziman jî ku Tirkiyê hemû derfetên danûstandinan paşguh kir û xwest weke her car kirinên xwe yên yekalî û ne-qanûnî pêk bîne.

Ji aliyê xwe ve jî, Yûnanistanê bang li Tirkiyê kir ku keştiya vekolandinê vekişîne û gef lê xwar ku ew ê serweriya xwe biparêzin.

Yûnanistan banga civîneke awarte li “YE” kir

Her wekî hikumeta Yûnanistanê banga civîneke awarte li ser asta wezîrên derve yên YE kir.

Duşemê Enqere keştiyeke xwe li gel keştîne şer şand beramberî beravên Girava Kastellorizo ya Yûnanistanî û ragihand ew ê di nava herdu hefteyên bê de dest bi “pişkinînkirina erhejan” bike.

Back to top button