Dêrazor-Cenazeyê şehîd Fewaz El Casim hat oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Fewaz El Casim li goristana şehîdan oxir kir û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da.

Şehîd Fewaz El Casim di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bû.

Şêniyên Dêrazorê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Fewaz El Casim, kom bûn.

Kesên axivîn destnîşan kirin ku bi saya fedakariya şehîdan gel berxwedan û têkoşîna xwe didomîne û destkeftiyên bêhtir bi dest dixe.

Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê şehîd bi siloganan hate veşartin.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Xidir re xwestin

Back to top button