Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed El Xidir re xwestin

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Ehmed El Xidir re xwestin ku ew di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de şehîd bûbû.

Şervanê QSD’ê Şehîd Ehmed El Xidir 1’ê Îlonê li Dêrazorê şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên Hesekê berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîd û sersaxî ji malbatêre xwestin.

Di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necah Hewas axivî û got:

“Em di şexsê şehîd Ehmed El Xidir de tevahî şehîdên azadiyê yên di oxira rizgarkirina gel û xakê de canê xwe dane, bi bîr tînin.”

Armanca çeteyan ew e li Dêrazorê fitneyê derxin, derbe li ewlehiyê bidin, projeya neteweya demokratîk têk bibin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ziyab Îbrahîm jî axivî û ev tişt anî ziman :

“Dijmin çi qas hewl bidin û bi hemû rêbazan êrişî me bikin, ew nikarin vîna me bişikînin û me lawaz bikin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button