Balafirgeheke Siûdiyê bû armanca êrişa çekdarên Hûsî

Balafirgeheke Başûrê Siûdiyê bû armanca êrişa çekdarên Hûsî.
Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Erebî, di encama bersivdayînê de 12 kes birîndar bûn.

Balafireke bêmirov ku tê gotin a çekdarên Hûsî ye, îro hewl da êrişî balafirgeha Ebha a Başûrê Erebîstana Siûdî bike.

Li di encama bersivdayîn sîstema parastina ezmanî ya Koalîsyona Erebî de, balafir hate bê bandorkirin.

Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê ragihand ku dema xistina balafirgehê, 12 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, birîndar xebatkar û rêwîyên balafirgehê bûn.

Demên dawî êrişên çekdarên Hûsî li dijî balafirgehên Erebîstanê zêde bûne.

Koalîsyona Erebî jî weke mafê bersivdayînê, êrişî navendên Hûsiyan dike.

Gelek caran dik nav êrişan de zerar li sivîlan jî bûye.

Back to top button