Saturday 2026/06/06
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Parêzerê OHD’î Savaş Avci rewşa dawî ya li girtîgehan nirxand

August 5, 2023
in KURDISTAN
A A
Parêzerê OHD’î Savaş Avci rewşa dawî ya li girtîgehan nirxand
Share on FacebookShare on Twitter

Ji rêveberên şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Wanê Savaş Avci anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyê hemû maf tên binpêkirin û binpêkirina ewil jî tecrîda li Îmraliyê ye.
Savaş Avci, got: “Divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û kontrol bikin.

Li gorî bîlançoya sala 2022’yan, di nava welatên serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê didin de, Tirkiye di rêza yekem de ye.

Ji serlêdanên di rojeva DMME’yê de 20 hezar û 110 jê, giliyên ji ber binpêkirinên li Tirkiyê tên kirin pêk tên.

Ji sedî 26,9’ê serlêdanan, ji van giliyan pêk tê.

Serlêdan herî zêde ji ber binpêkirinên li girtîgehan hatine kirin.

Ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD ya Wanê parêzer Savaş Avci têkildarî mijarê axivî.

Savaş Avci, da zanîn ku li girtîgehan hinek binpêkirin êdî kronîk bûne û wiha got:

Savaş Avci: Yek ji binpêkirinên sereke tecrîd e

Di salên dawî de binpêkirin zêdetir bûn. Yek ji binpêkirinên sereke jî tecrîd e.

Jixwe her kes dizane bê ka çavkaniya tecrîdê ji ku tê.

Li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû.”

Avci bal kişand ser girtîgehên bi tîpa S’e ku di demên dawî de hatine avakirin û ji hucreyên yekkesî pêk tên û ev yek got:

Dev ji hikûmxwaran berde, girtî jî di van qawîşan de tên tecrîdkirin.

Her wiha îdiayên îşkenceyê hene. Zexta psîkolojîk di asta herî jor de ye.

Bi domdarî Parêzer Avci destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman:

Savaş Avci: Di navbera girtiyên siyasî û edlî de cihêkarî tê kirin

“Mixabin li girtîgehên Tirkiyê gelek maf tên binpêkirin.

Di navbera girtiyên siyasî û edlî de cihêkarî tê kirin.

Hem di sepandina qanûnan û hem jî di mewzûata qanûnî de ev cihêkarî tê kirin.

Ev sepan jî tenê ji bo girtiyên siyasî di meriyetê de ye.

“Binpêkirin hemû di çarçoveya polîtîkayekê de tên kirin”

Savaş Avci daxuyand ku ev binpêkirnên li dijî girtiyan jî hemû di çarçoveya polîtîkayekê de û li gorî stratejiya siyasî tên kirin.

“Divê têkildarî lijneya rêveberî û çavdêriyê guhertin bên kirin”

Parêzerê OHD’î Savaş Avci di dawiyê de destnîşan kir ku divê şert û mercên girtîgehên Tirkiyê dîsa li ber çav bên derbaskirin û got:

Her wiha divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan, venihêrînê bikin û di lijneyên çavdêriyê de jî guhertin bên kirin.”

Previous Post

ŞOPÊN JINANÊ-Fewzî Dawid Umer

Next Post

Michael Rubin: Mesrûr Barzanî mîna bavê xwe li ser şopa sedam dimeşe

Weşana girêdayî

PJAK’ê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê daxuyaniyek da
KURDISTAN

PJAK’ê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê daxuyaniyek da

Li Iraqê 6 komên çekdar danîna çekan red kirin
KURDISTAN

Li Iraqê 6 komên çekdar danîna çekan red kirin

Merasîma Oxirkirina Şêx Mihemed Îshaq Feyaz destpê kir
KURDISTAN

Merasîma Oxirkirina Şêx Mihemed Îshaq Feyaz destpê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye