Michael Rubin: Mesrûr Barzanî mîna bavê xwe li ser şopa sedam dimeşe

Berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin diyar kir ku di dîrokê de Barzaniyan ticarî nekarîne bê piştevaniya derve, serkeftinê bidest bixin û got:
Di dema borî de bi piştgirê şahê Îran û Sedam Hisên bû, niha jî bi alîkariya Erdogan e.

Lêkolînvan û nivîskar Micahael Rubin di gotarek xwe ya nû de, behsa hevkariya binemala Barzaniyan ya bi derve kir.

Michael Rubindestnîşan kir ku heskirina welatiyên Başûrê Kurdistanê ya ji bo binemala Barzanî, di sala 1996’an de, dema Mesûd Barzanî bi Sedam re hevpeymaniyê kir, kêm bû.

Rubin naveroka gotarê de derbarê malbata Barzanî ev tişt anî ziman:

“Mesrûr Barzanî nikare ji du rastiya bireve, ya yekem ew e ku bavê Mesrûr, Mesud Barzanî çete bû.

Ya duyem jî ewe ku di dîrokê de ticarî nekarîne bê piştevaniya derve ti serkeftinekê bidest bixin.

Di dema borî de bi piştgirê şahê Îran û Sedam Hisên bû, niha jî bi alîkariya Erdogan e.

Di demek ku Kurd ji ber germahî û nebûna ceyranê dinalin, ceyrana koşka Barzanî ti carî qut nabe.”

Back to top button