16 navdarên ji welatên cîhanê: Divê Ocalan demildest serbest bê berdan

Bi dehan kesên navdar ên ji gelek aliyên cîhanê beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bûne diyar kirin ku divê demildest Rêber Apo serbest were berdan û pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke demokratîk de were çareserkirin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngavek bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate destpêkirin.

Bi sedan kesên navdar ji gelek welatên cîhanê jî tev li pêngavê bûn.

Fîlozof Slavoj Zîzek: Ez heta dawiyê piştgirê Ocalan im

Fîlozofê navdar Slavoj Zîzek ku tevlî pêngavê bûye diyar kir ku ew heta dawiyê piştgirê Rêber Apo ye û got:

“Dema em ji bo Ocalan têkoşînê û şer bikin, em ji bo me hemûyan şer dikin.”

Profesor Peach: Ocalan li tevahiya cîhanê tê naskirin

Profesor Norman Peach jî anî ziman ku Rêber Apo sînorê Kurdistanê derbas kiriye û li tevahî cîhanê tê naskirin.

Dr. Simon Dubbuns: Ji gelek welatan daxwaza azadiya Ocalan tê kirin

Dîrektorê navneteweyî yê Unite The Unionê ku yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên Brîtanyayê ye, Simon Dubbuns jî anî ziman ku ji gelek welatan daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin.

Ruiz De Austri: Paradîgmaya Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye

Ji rêxistina Baskê Askapenayê Marixe Ruiz de Austri jî dazanîn ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got:

“Ocalan wêneyê hêviyê ye.

Divê em azadiya wî mîsoger bikin.”

Lorena Lopez De Lacalle: Em bi temamî li dijî tecrîdê ne

Serokê Yekitiya Azad a Ewropayê-EFA Lorena Lopez de Lacalle jî diyar kir ku ew bi temamî li dijî tecrîdê ne.

Aktîvîstê Belçîkî: Ramanên îlhamê didin mirovên ji her aliyê cîhanê

Aktîvîstê belçîkî Diego del Norte jî anî ziman ramanên Rêber Apo ne tenê îlhamê didin bi milyonan Kurdan, her wiha îlhamê didin mirovên ji her aliyê cîhanê.

Despo Pîlavakî: Ocalan hêviya azadiyê ya bi milyonan kesan e

Helbestvan-nivîskarê ji Yewnanistanê Despo Pilavaî jî anî ziman Rêber Apo hêviya azadiyê ya bi milyonan kesan e û ti hêz nikare vê hêviyê bisekinîne.

Elenî Theocharous: Abdullah Ocalan rêberekî rasteqîn e

Parlamentera berê yê Parlamentoya Ewropayê û parlamentera Qibrisê Eleni Theocharous jî diyar kir ku Rêber Apo rêberekî rasteqîn e û got:

“Divê demildest rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan û pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke demokratîk de were çareserkirin.”

Nikolaj Villumsen: Mifteya mîsogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn Ocalan e

Parlementerê Danîmarkayê yê Parlamentoya Ewropayê-PE Nikolaj Villumsen jî anî ziman ku mifteya mîsogerkirina aramî û aştiya li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.

Rojnamevanê Japon: Birêz Ocalan mifteya siberojê ye

Rojnamevanê Japon Îkuko Katsûmata jî diyar kir ku mifteya siberojê Rêber Apo ye.

Dr. Mocnik: Têkoşîna Kurdan ji bo veguherîna civakê şoreşeke rasteqîn e

Civaknas Dr. Rastko Mocnik jî anî ziman ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan ji bo veguherîna civakê şoreşeke rasteqîn e.

“Her ku cîhan dikeve nav qeyranê zêdetir girîngiya paradîgmaya Ocalan tê dîtin”

Aktîvîst, nivîskar û mîmarê ji Brîtanyayê Sarah Glynn jî diyar kir ku her ku cîhan kûrtir dikeve nav qeyranê, zêdetir mirov girîngiya paradîgmaya Rêber Apo di peydakirina fikrên cuda li ser civakê de dibînin.

Florecîa Gûarche: Bi fikrê Ocalan re min civaka xwe hîn bêhtir nas kir

Back to top button