Gundên navçeya Til Temir û Şêrewa topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrewa û Til Temirê topbaran kirin.

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Her wiha di heman demê de dagirkeran gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî jî topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de jî gundên Seyda, Dibis, Hoşan û Xalidiyê yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Heta niha têkildarî ziyanên topbaranê ti agahî nehatine bi dest xistin.

Back to top button