Endamên jin ên Rêveberiya kantona Dêrazorê sûcên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin û gotin:
“Em bi doz û projeya xwe bawer in û em ê tevî zehmetî û komployan bi ser bikevin.”
Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Dêrazorê Îman Reûc diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li hember hemû cûreyên êrişan bidomînin û got:
“Em bi doz, proje, maf û erkên xwe bawer in û em ê tevî zehmetî û komployan jî bi ser bikevin.”
Endama rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê şermezar kir û got:
“Divê ev sûcên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê bên rawestandin.”
Koordînatora Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê Aliye Hemdî El Omer jî anî ziman ku ew ê li hember şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker bisekinin.