YPJ: Em ê bi tekoşîna hevpar sala 2020’an bikin sala tevahî Jinan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ sala nû li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

YPJ diyar kir ku wê li ser bingeha têkoşîna dane, sala 2020’an bikin sala yekîtî û aştiya gelan.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sala 2019’an bûye sala hevgirtina gelan û sala tekoşîna hevpar ya jinan û got,

“Ev bîr û baweriya jinan, ji bo em di tekoşîn û berxwedanê de israr bikin bûye çavkaniya sereke.”

YPJ têkbirîna DAIŞ’ê ya di sala 2019’an de bibîrxist û weha anî ziman:

“Pergala desthilatdar ya ku xwe bi hişmendiya zilamê serdest li ser piyan digre, sala 2019’an darbeyek mezin xwar.

Di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî tekoşîna jinan çonk daye erdê.”

YPJ diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd û pêkhateyên Sûrî ku li dijî dewleta Tirk a dagirker meşandin, li hemû cîhanê belav bû û jin eşkere kirin ku dikarin bi hêza xwe ya cewherî li hemberî hemû êrîşan rawestin.

YPJ’ê diyar kir ku rastiya gelên berxwedêr û jinên tekoşêr mohra xwe li sala 2019’an xist û anî ziman ku bi tekoşîna hevpar wê sala 2020’an bikin sala yekîtiya jinên cîhanê û biratiya gelan.

YPJ, dawiyê şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û soza têkoşînê nû kir.

Leave a Reply

Back to top button