Beşar El-Esed: operasyonên me li Idlibê wê berdewam bikin

Serokê rejîma Sûr Beşar Esed tekez kir ku li Idlibê heta ku terora çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bibe ew ê êrîşên xwe bidomînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku li gundewarê Idlibê li dijî çeteyan bêhtirî 22 êrîş pêk hatin.

Serokê rejîma Sûr Beşar Esed destnîşan kir terora çeteyan ya li Idlibê li dijî ewlehiya herêmê gef e û heta vê bi dawî bikin wê şerê li Idlibê bidome.

Beşar El-Esed di hevdîtineke li gel mezintirîn Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Esxer Xacî de got:

Armanca me ya sereke li Idlibê tunekirina terorê ye, lewre wê operasyonên me berdewam bin.

Esed bal kişand ser xebatên Komîteya Destûrî jî û îşaret bi rola neyînî ya dewleta Tirk kir û ev anî ziman:

XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
BEŞAR EL-ESED: PIŞTEVANÊN ALIYÊ DIN Ê KOMÎTEYÊ ASTENGIYAN DERDIXIN

Dewletên ku piştgiriya aliyê din yê danûstandinên Komîteya Destûrî dikin, astengiyan li pêşiya xebatên Komîteya Destûrî derdixin.

Ji aliyê din ve Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Esxer Xacî gavên rejîma Sûrî yê li Idlibê weke serketinekê bi nav kir û Esed pîroz kir.

Di şerê li Idlibê de jî encamên daxuyaniyên Esed derketin holê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên MIrov ragihand ku rejîma Sûrî bajarokê Sermîn yê li gundewarê Idlibê topbaran kir.

Di êrîşê de 4 jê zarok, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Rûsyayê jî piştî daxuyaniya duh, ku destnîşan kiribû ku wê êrîşên xwe bidomînin, li derdora Idlibê 22 êrîş pêk anîn.

Hemwextî êrîşên Rûsya yê li Idlibê, Çavdêriya Sûrî her weha ragihand ku Bergiriyên Esmanî yên Rûsyayê, hin êrîşên nenas ên li dijî Baregeha Himêmîmê ya li nêzî Lazqiyê têk birin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
ÎRAN Û RÛSYA BIDAWÎKIRINA TERORA LI SÛRIYÊ TEKEZ KIR

Sergey Lavrov li gel hempîşeyê xwe yê Îranê Mihemd Cewad Zerîf ji Moskoyê tekez kirin ku divê li Sûriyê teror bi dawî bibe

Leave a Reply

Back to top button