QSD: Îdiayên dewleta Tirka dagirker di şerhîdxistina şervanên me de ne rastin

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di êrişên li ser Bakur û Rojhilat Sûriyê de hejmareke şervanên QSD’ê şehîd bûne.
QSD’ê li ser malpera xwe têkîldarî mijarê daxuyaniyek parve kir û got: “Ev îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewin.

QSD’ê diyar kir di çarçoveya derewên dubare yên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker de ku dibêjin hejmarek endamên me şehîd xistine, ev îdîa derew in.

Dewleta Tirk a dagirker dixwazê bi van îdiayan sûcên xwe yên li dijî gelê herêmê veşêre.

Ji ber ku bi dîmen û wêneyan hatine belgekirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcan dike.

QSD’ê diyar kir ev hedefên rasterast û êrişên hovane yên terorîstan bi eşkerehî dijminatiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî her cure jiyanê û pêkhateyên herêmê nîşan dide.

QSD’ê êrişên dagirkeriyê şermezar kir û got:

“Li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk, em mafê xwe yê bersivdana rewa û parastina gelê xwe û herêmên xwe destnîşan dikin.

Şervanên me yên ku li hemberî êrişên dijmin bi sekin û berxwedanê rabûne, wê êrişên dagirkeriya Tirk bê bersiv nehêlin û ev jî soza me ye ji bo gelê me yê berxwedêr.

Back to top button