Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyê, ragihand ku boyqota Erebistana Siûdî ya nefermî ya hinek bermahiyan ji serê mehê ve êdî fermî bûye.
Li gel Erebistana Siûdî ragihandibû ku biryareke wan a fermî ya boykotkirinê li ser berhemên Tirkiyê tuneye jî Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyê, bi peyamekê ji endamên xwe re ragihand ku şandina hin berhemên Wezareta Bazirganiyê ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatine rawestandin.
Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; di peyamê de ev tişt hatiye gotin:
Ji welatê me şandina berhemên mîna goştê sor û berhemên wî, goştê spî û berhemên wî, berhemên avê, hêk, hingiv û berhemên wî, şîr û alternatîfa şîrê dayikê yên ji bo Erebistana Siûdî ji 15’ê Mijdarê ve hatiye rawestandin.
Meclisa Hinerdekaran a Tirkiyê, destnîşan kir ku di 10 mehên destpêkê salê de firotina berhemên Tirkiyê yên ji bo Erebistana Siûdî ji sedî 16 daketiye û berjêrî 2,23 milyar dolaran bûye.