Koma Trump ya hilbijartinê dest vale ji dadgeha pensîlvanya vegeriyan

Serokê DYA Donald Trump roj bi roj ji kursiyê serokatiyê yê li Koşka Spî dur dikeve.
Dadgeh Amerîka serlêdanên nerazîbûna ekîba Trump ya ji bo Pennsylvania red kir.

Dadgehê diyar kir ku belgeyên pêwist ji aliyê koma Trump ve ne hatine pêşkêşkirin û wiha got:

Bi qasî pêwist belgeyên ku di hilbijartinê de fêl û nelirêtî hatine kirin, ne hatine pêşkêşkirin.

Dadgehê ji ber vê yekê jî serlêdan red kir.

Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo koma xwe kirî de got, ewê biryarê bibin Dadgeha Bilind ya DYA.

Doza qala wê tê kirin, hefteya derbasbûyî li dadgehê hatibû dîtin.

Trump û beşeke ekîba wî bi israre ku encamên hilbijartinê nepejirîne.

Li gorî encama dawî ya hilbijartina serokatiya DYA ya di 3 Mijdarê de pêk hatî, Namzetê Partiya Demokrat Joe Biden 306 û Namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump jî 232 delege standine.

Li aliyekî din, Trumpê ji serokatiyê dur dikeve, hêrsa xwe bi rojnamevanan re derdixe.

Careke din navbera nûçegihanê ajansa Reuters û Trump de nîqaş derket.

Back to top button