Li Hewlêrê hêzên siyasî yên ji herçar parçeyên Kurdistanê dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe tevlî helwesta gelên başûr kirin û li dijî dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan.
Partiyan bang li desthilatdariya Başûr kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemînin.
Li Hewlêrê hêzên siyasî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe tevlî helwesta gelên başûr kirin û li dijî dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan.
Li baregeha Bizutneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê ya li Hewlêrê,
ji derveyî PDK’ê partiyên ku li dijî dagirkeriyê helwesta hevpar nîşandan ev in;
Hizba Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şîu)
Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê
Bizutneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê
Tevgera Goran
HDP
Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK)
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a li Sûriyê
Partiya Komara Kurdistanê
Hizba Rizgarkiya Kurdistanê
Piştî hevdîtinê Sekreterê Bizutneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Qadir diyar kir ku îro dewleta Tirk Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriyê nabe em wek partiyên kurd li hemberê vê dagirkeriyê bêdeng bimînin.
Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş jî axivî û diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk piralîye û got;
“Dewleta Tirk bi dagirkirina Kurdistanê dixwaza destketiyên Kurdan tine bike û Kurdan qir bike.”
Muzeyen Guneş bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku herdem li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.
Xelkê Başûrê Kurdistanê wê 22 mehê li dijî dagirkeriyê bimeşe
Ji aliyê din, bi dirûşmeya ‘Belê ji bo berxwedana dijî dagirkeriyê’ wê 22’yê vê mehê meşeke girseyî bi pêşengiya RJAK’ê li Silêmaniyê were lidarxistin.
RJAK’ê bang li hemû welatiyên Silêmanî û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê kir, da ku weke erkeke exlaqî û mirovî tevlî meşê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.