Li ser erdnîgarîyeke piçûk şoreşeke mezin pêk hat

Îro Salvegera 8. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Çirûska ku li Kobanê hat pêxistin bandora xwe li ser gelên herêmê û cîhanê hemûyan kir.

Şoreşa ku bi derfetên kêm û berdêlên giran hat bi pêşxistin û parastin, îro jî bi êrîşên mezin re rû bi rû ye. Derbarê kurte-dîroka Şoreşa 19’ê Tîrmehê de dosyayeke me ya nûçeyan heye, em temaşe bikin.

Li ser erdnîgarîyeke piçûk şoreşeke mezin pêk hat. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê di alîyê bandora xwe de di asta şoreşa 17’ê Cotmehê ya Rûsyayê û Şoreşa Fransayê de hat pênasekirin.

Di sala 2011’an de li hin welatên Rojhilata Navîn pêleke guherîn û veguherînê dest pê kir. Yek ji wan welatan jî Sûrîye bû ku bi salan ji aliyê desthilata Baas ya netewperest û şoven ve dihat birevebirin.
Di Adara 2011’an de li dijî rêjîma Baas li bajarê Derayê serhildanan destpê kir û gav bi gav li hemû Sûrîyê belav bû.

Gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî û zanebûneke dîrokî rabû û li ser bingeha fikir û felseya Rêber Ocalan ku bi dehan salan li vê qadê bi pêşxistibû, kete nava tevgerê. Ji ber careke din mêzînên li herêmê diguherîn û divîyabû Kurdan jî bi dersên ku ji dîrokê girtibûn ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi roleke çalak rabûna.

Bi vê bîr û bawerîyê Kurd li Sûrîyê ketin nava tevgerê û weke rêbaz jî xeta sêyemîn dan pêşîya xwe. Ew jî xeta netewa demokratîk bû.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûska vê pêvajoyê hat pêxistin. Kobanê di alîyê sembolîk de jî xwedî wateyeke cuda bû. Kobanê cihê yekem bû ku hembêza xwe li ber Rêber Ocalan vekiribû.

Şoreşa Rojava ya ku li Kobanê destpê kir di demeke kurt de dest bi avakirina rahendên wê yên civakî hat kirin. Di şoreşê de jin bi roleke pêşeng rabûn, ji lewra weke şoreşa jinan jî hat pênasekirin.

Tevî ku hê di salên destpêkê yên şoreşê de êrîşên ji bo têkbirin û fetisandinê hatin destpêkirin jî lê gelê Kurd bi hemû hêza xwe bersiva êrîşan da, xwedî li şoreşa xwe derket û ew parast. Piştî demeke kurt jî bingeha xwe ya civakî xurt kir û gav bi gav sazûmanîya xwe avakir. Şoreş êdî bû şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û gelên din jî beşdarî şoreşê bûn.

Her ku êrîşên li ser şoreşê zêdetir bûn gelên cîhanê jî piştgiriya şoreşê kirin û bi hezaran kes jî hatin beşdarî şoreşê bûn ew parastin. Bi vê taybetîya xwe jî bû şoreşeke cîhanî.

Tevî ku 8 sal li ser şoreşa rojava re derbasbûne, lê hê jî her roj bi berdêlên giran naverok û bandora xwe mezin dike û pêşdikeve. Ev şoreş ku îro bi beşdarîya gelên din yên Bakurê Sûrîyê di şexsê Rêveberîya Xweser de şênber bûye, ji bo demokratîkbûna Sûrîyê mînak û modela sereke ye.

Back to top button