Gelê Mexmûrî dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzan meşiyan

Xelkê Wargeha Mexmûr li dijî êrişa li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê meşek lidarxistin.
Di meşê de êrişên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê hat şermezar kirin.

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî êrişa li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê şermezar kirin.

Her wiha çalakvanan êrişên PDK’ê û dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.

Xelkê Wargeha Mexmûrê heta ber avahiya Netewên Yekbûyî meşiyan.

Piştre li ser navê gelê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yusuf Kara axivî.

Yusuf Kara êrişa ku li dijî avahiya KNK’ê û şerhîd xistina Nûnerê KNK’ê Deniz Cevat Bulbun şermezar kir û got:

“Dijminê xwînmij bi hemû hêza xwe, bi teknîk û teknolojiya xwe ji bo têkbirina netewa Kurd, serî li gelek rêbazên qirêj didin.

Êrişa ku li balafirxaneya çandiniyê ya Erbeta girêdayî Silêmaniyê pêkhatî bi ya Hewlêrê ve girêdayî ye.

Herwiha tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê meşandin jî ji vê ne dûre. ”

Yusuf Kara diyar kir ku dijmin dixwazin vê konseptê bi destê xayîn û nemerdan bi serbixin.

Kara destnîşan kir ku ew ê tevî hemû hewildanên dijmin jî têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button