Zeyneb Mûrad: Ev êrîş ne asayî ye

KNK’ê diyar kir ku êrîşa bi ser avahiya KNK’ê ya Hewlêrê êrîşa li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd e û got: “Dijmin ji yekîtiya me ditirse.”

Li Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlerê têkildarî êrîş û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbul daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad ve hat xwendin. Mûradî, ewilî qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun şermezar kir û got: “Ev êrîş ne asayî ye. Hedefgirtina ofîsa KNK’ê ya li Hewlêrê, hedefgirtina xebata yekîtiya netewî û hemû Kurdane.”

Mûradî diyar kir ku ku ev kiryara terorîstî ne tenê sûc û desdirêjiya li dijî giyanê endamekî KNK’ê û çalakvanek siyasî ye, di heman demê de destdirêjiya li ser xaka Kurdistan û ewlehiya Hewlêrê ye.

Mûradî anî ziman ku dijmin bi van êrîşan nîşan didin ku ew çend bi yekîtiya neteweyî ditirse û got: “Ji ber ku yekîtiya Kurdan bersiva dijî planên dagirkeran ên ser gelê me û Tevgera Azadiya Kurdane.”

Back to top button