Şandeyek ji serok û rêveberên partiyên kurî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serdana başûrê kurdistanê kirin.
Şandeya ji serok û rêveberên partiyên ku di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin duh gihişt Silêmaniyê.
Şande îro serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran a Silêmaniyê kir.
Serokê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û çend rayedarên din ên Tevgera Goran pêşwaziya şandeyê kir.
Piştî hevdîtinê Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen daxuyanî da çapemeniyê û got;
Ev qonaxa ku niha Kurdistan têre derbas dibe li har çar beşên Kurdistanê qonaxekî girînge.
Dijmintî û dagirkeriya dewleta Tirk jî li hemû cihî dewam e û bandoriyek zêde heye.
Şahoz Hesen diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê çawa bû, li Başûrê Kurdistanê bi heman awayî ye.
Lewma pêwîste helwesta Kurdan a li dijî dagirkeriyê li yek nêzik be.
Şande wê îro serdana Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî bike.