Jina ciwan ya Êzdî bi navê Kovan Xerto ku di oprasiyona “Ewlehî û Mirovî” de ji aliyê YPJ’ê ve li kampa Holê hat rizgarkirin, bi alîkariya Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê vegeriya mala xwe.
Mala Êzidî berî ku Kovan ber bi Şengal ve rêbikin daxuyaniyek da û got:
“Em spasiya YPJ’ê û Hêzên Asayişê dikin ku Kovan ji qirêjiya terorê rizgarkirin û ew vegerandin malbata wê.”
Hêjayî bibîrxistinê ku Kovan a ji gundê Herdan ê Şengalê ye û di Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin.
Piştî 9 salan Kovan di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî de li kampa Holê ji aliyê YPJ’ê ve hatibû rizgarkirin.