Li Hesekê çalakiya konvedanê di roja 5’an de dewam dike

Çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo dewam dikin.
Li Hesekê û Reqayê bi çalakiyên cûda tecrîd hate şermzarkirin.
Di çalakiyên îro de jî hate diyarkirin ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo mezintir bikin.

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 5’an de dewam dike.

Îro şêniyên navçeyên Hol û Erîşe, endamên Federasyona Gaziyên Şer û Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Li binê kon, gelek kes axivîn û hate gotin:

Deweta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî gelê herêmê û tecrîda li dijî Rêber Apo wê nikaribe vîna gel a berxwedan û têkoşînê têk bibe.

Her wiha bêdengiya li hemberî tecrîda li ser rêber Apo hate şermzarkirin û ji bo azadiya Rêber Apo soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Şêniyên Reqa: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Endamên Navenda Çandê ya bajarê Reqayê jî li pêşiya Parka Navendî ya li bajêr têkildarî têcrîda li ser Rêber Apo daxuyanî dan.

Hevserokê Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê Hesen Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezar kirin û hate gotin:

“Em ji bajarê Reqayê ji cîhanê re dibêjin ku em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku sûc e, qebûl nakin.

Hêzên navneteweyî di ber jiyana wî û tecrîdê de berpirs in.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo ew ê xebat û têkoşînê hê bi xurtî bimeşînin.

Back to top button