Salvegera 8. a rizgarkirina Şengalê bi şahiyekê hate pîrozkirin

8’emîn salvegera rizgakirina Şengalê, li Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê di şahiyê de peyamên girîng da.

Beriya 8 salan navenda Şengalê ji aliyê şervanên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG’ê ve hate rizgarkirin.

Bi boneya vê rojê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê şahiyek hate lidarxistin.

Di şahiyê de li ser navê sazî û dezgehên Şengalê axaftin hatin kirin.

Nûnerê saziyên Şengalê di peyamên xwe de îşaret bi keda Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin.

Di şahiyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Berfê Elyas axivî û bang li civaka Êzidî kir ku li keda şehîdan xwedî derkevin.

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hesen jî diyar kir, li Şengalê bi saya berxwedana keç û xortên Êzidiyan û hevkariya Gerîlayên Azadiyê, DAIŞ têk çû.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel jî diyar kir ku hê jî li dijî Şengalê Pilanên qirêj têne meşandin.

Li ser navê YBŞ Xemgîn Şengalî jî axivî û diyar kir ew ê destketiyên Şengalê biparêzin.

Back to top button