Meclisa Xweser a Şengalê êrişa dewleta Tirkiyê a dagirker şermezar kir

Êrişa dewleta tirk a qirker ya doh li dijî hêzên YBŞ’ê pêk anî bi tundî hate şermezakirin
Meclisa Xweser a Şengalê û Tevgera Jinên Êzidî li cihê êrişê daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin:
Di salvegera rizgarbûna Şengalê de zarokên êzidî bûn armanca êrişan.
Hate diyar kirin dijmin çi bike jî wê nikaribin civaka Êzidî bitirsînin û ew ê doza xwe bimeşînin.

Civaka Êzidî êrişa dewleta Tirkiyê a dagirker ku doh li dijî şervanên YBŞ’ê pêk anî şermezar kir.

Meclisa Xweser a Şengalê û Tevgera Jinên Êzidî li cihê êrişê daxuyaniyek dan.

“DI SALVEGERA RIZGARBÛNA ŞENGALÊ DE ZAROKÊN ÊZIDÎ DÎSA BÛN ARMANCA ÊRIŞAN”

Li ser navê koordinasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û diyar kir di salvegera rizgarbûna Şengalê de dewleta Tirkiyê êrişî zarokên Êzidî kir.

“Dijmin çi bike jî wê nikaribe civaka Êzidî bitirsîne”

Şemê Remo da zanîn dijmin çi bike jî wê nikaribe civaka wan bitirsîne û got:

“Her Êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne.”

“Şengal ya me ye û em teslîmî ti kesî nakin”

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî axivî.

Seydo Elî anî ziman dewleta Tirkiyê û hevkarên wan naxwazin Şengal aram bibe û wiha got:

Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an.

Xelkê Şengalê wê Şengalê teslîmî kesî neke.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button