Şehîd Mîlad Mîro li goristana Suryanan hate oxirkirin

Li Hesekê, Til Temir, Şehba û Girkê Legê merasîmên şehîdan û merasîmên sersaxiyê hebûn. Di merasîman de hate diyarkirin dê her li ser rêya zarokên xwe bin û rê nedin dagirkeriyeke nû.

Îro li bajarê Hesekê bi merasîmekê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suriyan; cenazeyê şehîd Mîlad Munîr Mîro li goristana Suryanan oxir kirin.

Bi dehan welatî û endamên hêzên Asayişê di merasîmê de amade bûn.

Şehîd Mehmûd Elhemîd li Til Temir hate oxirkirin

Li Til Temirê jî bi sedan welatî beşdarî merasîma oxirkirina Şehîd Mehmûd El-hemîd ku di encama êrişên dewleta Tirk li ser Zirganê de şehîd bûbû, bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed Seîd axivî û got:

“Ji bilî berxwedanê ti rê li ber me tune û bi yekgirtina me em ê dagikeriya Tirk têk bibin.”

Piştî axaftinan, wesîqa şehadetê hate xwendin û şehîd hate oxirkirin.

Bi sedan kes beşdarî merasîma sersaxiyê ya 5 şervanên hre bûn

Li Şehbayê jî merasîmên sersaxiyê ya 5 şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê lidar bû.

Bi sedan welatî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Li Girkê Legê konê sersaxiyê yê şehîd HPG’ê Mezlûm Berxwedan li dar bû

Her wiha li Girkê Legê jî bi dehan welatiyan berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Hesen Selmo ‘Mezlûm Berxwedan’ ku di 30′yê Tebaxê de li Zapê şehîd bûbû.

Li vir, hevserokê Şaredariya Gel Lezgîn Elî axivî û êrişên li ser herêmê û yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir.

Back to top button