Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 71 roj in didome

Serhildan û girevên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi pêşengiya jin û xwandekaran didome. Tevî hemû êrişan jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 71’an de jî qadên çalakiyan neterikandin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raperîna gelan a di bin pêşengiya jin û ciwanan de 71. roje berdewam dike.

Tevî hemû êrişên dewleta Îranê jî gel careke din bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daketin qadan.

Di çend rojên borî de piştî ku hêzên dewleta Îranê nekarî serhildana welatiyan bitebisîne, asta êrişên xwe bilind kirin.

Dewleta Îranê hêzê li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên belavkirin hêzên dewletê hêjmara Sipahîpasdaran û çekên giran li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike.

Dewleta Îranê hewil dide bi vê yekê di nava welatiyan de tirs avabike û serhildanê bitepisîne.

Li aliyê din li Paytexta Îranê, Tehranê û gelek bajarên din gel ji bo piştevaniya gelê Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan.

Li bajarên Îranê ji bo piştgîriya Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan e

Her wiha di meşê de welatiyan ji bo pêştevaniya gelê kurd, dirûşmeya ‘Kurdistan ne tenê ye gelê Îranê pêreye’ berzkirin.

Di henman demê de jinên xwandekar jî bi heman babetê li qadan bûn.

Her wiha gelê Belûcî yên li bajarê Zahidanê û Nokabadê jî bi boneya piştevaniya gelên Rojhilatê Kurdisanê li qadan bûn.

Di meşê de welatiyan bi dirûşmeya ‘Em piştgiriya Kurdistanê dikin’ êrişên dewleta Îranê yên li ser kurdan şermezar kirin.

Piştî wê yekê hêzên dewletê careke din bi çek êrişî gel kirin.

Dewleta Îranê girtin û binçavkirina welatiyan didomîne

Li aliyê din duh lîstikvanê fûtbolê Wirya Xefur xelkê bajarê Sine bi hêceta dijî dewletê propaganda kiriye û piştgirî daye xwepêşandanan, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate binçavkirin.

Back to top button