PARLAMENTER MAÇÎN: QEYÛM PÊNGAVA DAWÎN A AKP’Ê YE

Dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re bûye nerazîbûna her kesî.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn û Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan
li dijî erkdarkirina qeyûman bertek nîşan dan.
Rayedaran gotin:
“Têkoşîna li dijî qeyûman têkoşîna demokrasiyê ye. Em ê li her qadê qeyûm teşhîr bikin.”

 

Piştî ku rejîma AKP û MHP’ê, 19’ê Tebaxê 3 şaredariyên HDP’ê yên bajarê mezin dagir kirin, her roj bertek zêde dibin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî dagirkirina şaredariyan nirxand.

Maçîn diyar kir ku dema qeyûm hatiye erkdarkirin wan li Rihayê daxuyaniyek dane û piştre jî tevlî çalakiyên li Amedê bûn.

Maçîn got ku “Li Amedê toreke berxwedanê ya girîng hatiye avakirin.

Polîsan êrîşî hevalên me yên parlamenter kirin.

Maçîn diyar kir ku AKP li Rojhilata Navîn bi komên çete re tevdigere û wiha anî ziman:

Bi hevkariya bi MHP’ê re ya di 1’ê Mijdarê de şerê li dijî Kurdan zêdetir bû.

Ev tifaq 4 sal in didome. Berê jî qeyyûm li ser bajarên Kurdistanê hate erkdarkirin.

Dixwazin bi wê polîtîkaya xwe kurdan qir bikin.

GURKAN: EM Ê LI HER QADÊ QEYÛMAN ŞERMEZAR BIKIN

Her wiha Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan, li Amedê beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dijî erkdarkirina qeyûman bû.

Selma Gurkan diyar kir ku ji niha û şûn ve divê em têkoşînek hevpar li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê bidin meşandin.

Gurkan destnîşan kir ku erkdarkirina qeyûman tenê bi şaredariyên HDP’ê re bi sînor nîne û wiha bi dawî kir:

Ji ber vê yekê em vegotina polîtîkayên qeyûman a ji bo karker, kedkar û hemû gelên Tirkiyeyê ji bo xwe wek peywir dibînin.

Leave a Reply

Back to top button