Bi sedan şêniyên Reqa, cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Hesen El-Ewda bi merasîmekê oxir kirin.
Endamê Hêzên Asayîşê Hesen El-Ewda dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê yê Reqayê hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û endamên hêzên Asayîşê tevlî merasîmê bûn.
Li goristanê li ser navê hêzên Asayîşa Reqayê, Wenas Mihemed axivî û da zanîn ku şehîd ji bo ewlekarî û aramiyê, canê xwe didin.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.