Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşa doh li Şengalê pêk hat daxuyanî da

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yê li ser Başûrê kurdistanê berdewam dike.
Doh bi balafirek bê mirov li şengalê li wesayetekê da û li Silêmaniyê jî li dijî welatiyekî êrişeke çekdarî pêk anî.
Di encama êrîşa li Şengalê de welatiyek û li silêmaniyê jî welatiyek şehîd bûn.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kirin û gotin: “Li hemberî êrîşan em gav paşde navêjin”.

Dewleta Tirk a dagirker doh di danê nîvro de li Şengalê wesayîtek bi balafirên bêmirov bombebaran kir.

Di encamê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû.

Derbarê êrîşê de Rêveberiya Xweser a Şengalê, nûnerên saziyan û xelkê Şengalê li ber Meclisa Gel ya Sinûnê kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Nemir Pûko: Ji dema fermanê ve êriş li ser êrişê berdewam dike

Endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi şehîdên xwe bihêztir dibin û got:

Dewleta Tirk a dagirker ku dixwest bi deste çeteyên DAIŞ’ê Êzidiyan tune bike, niha êrişên xwe yên qirkirina civaka Êzidî berdewam dike.

Ji dema fermana 3’ê Tebaxê heya roja me ya îro li Şengalê êriş li ser êrişê berdewam dike.

Em ji dewleta Iraqê re dibêjin ka serweriya te ku tu asîmanê xwe biparêzî?

Em ji dewletên navnetewî re dibêjin, ka demokrasiya we?”

Macîda Dexîl: Yên êrişê me dikin hevalên DAIŞ’ê ne

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan PADÊ Macîda Dexîl jî axivî û got:

“Em dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin, destên wan jî di van êrişan de heye.

Yên êrişî me dikin, hevalên DAIŞ’ê ne.

Em ê serî danaynin û li hemberî êrişan gavên xwe xurtir bavêjin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrişa dewleta Tirk de Sadûn Mîrza şehîd bû

Back to top button