Bi boneya 8’ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin

Di çarçoveya 8’ê Adarê de li Amûdê û Minbicê li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.
Jinên beşdar soza domandina têkoşînê heta pêkanîna edalet û wekheviyê dan.

Li Minbicê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Di çalakiyê de endamên gelek sazî û partiyê siyasî beşdar bûn.

Di çalakiyê de endama Mala Jinan a Meclisa xeta Farat Fatme Xelîl roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got:

“Di şoreşa ku jinan tê de pêşengtî kiriye de, gelek serkeftin hatin pêkanîn û berxwedana li hember hemû cûreyên zordestiyê hat meşandin.

Nexasim dewleta Tirk a dagirker ku herêmên me û jinên ku pêşengtiya rizgarkirina herêmên me kirine, hedef digire.

Em ê di oxira azadiya jinan de ku ji hêla rejîma baviksalarî hatine kolekirin ve, têbikoşin.”

Di dawiyê de Fatme Xelîl soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Li Amûdê jî beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn

Back to top button