Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn

Starta çalakiyên 8’ê Adarê ya li Silêmaniyê û derdora wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Endama Komîteya Amedekar ya 8’ê Adarê Şeyma Nebîl daxuyanî xwend û got:

“Jina Kurd îro bûye sembola azadiyê û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’, ev sedsal bûye sedsala şoreşa jinê.

Jin di avakirina civaka demokratîk û pergala demokratîk de pêşengiyê dikin.

Jin li dijî hemû tundî, qirkirin û astengiyên li ser jinan tên kirin de bi israr têdikoşin û wan ji holê radikin.

Em hemû çalakiyên xwe yên îsal diyarî giyanê şehîd Feryal Silêman (Zelal Zagros) dikin ku di roja 18’yê Çileya 2024’an de li bajarê Kerkûkê di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû.

Emê 1’ê Adarê li cihê şehîd Feryal Silêman lê şehîd bûyî, bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bikin.”

Kongra Star dewreyek perwerdeyê ji bo 22 mêran da destpêkirin

Back to top button